8 sivîl bi topên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê hatin birîndarkirin.
Li Eyn Îsayê jî ji şevê din ve, êrîş bênavber li dar in.
Duh 8 sivîl bi topên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê hatin birîndarkirin.
Weke di vî dîmenî de diyar dibe, Artêşa dagirker û çeteyên xwe bi dijwarî êrîşî Eyn Îsayê kir û sedan top li navenda navçeyê ketin û 8 sivîl birîndar bûn.
Di van kêliyan de jî, navbera şervanê QSD û çeteyên dewleta Tirk li gundê Mielek ê bakurê navçeyê, şerekî dijwar diqewime.
Li gorî agahiyên ji hundirê herêmê, gelek çete, di nav de serçeteyekî berê yê DAIŞê, bi navê Smaîl Îdo hatine kuştin.