Serokomarê Iraqê bi sekreterê giştî yê NATO’yê re civiya

Sekreterê giştî yê NATO’yê piştgirî û perwerdekirina leşkerî ya ji bo hêzên Iraqê dubare kir.

Li gorî Navenda Rangihandina Serokomariya Iraqê, li bajarê Davosê yê Swîsreyê Serokomar Berhem Salih bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re hevdîtinek pêk aniye.

Di hevdîtina herdu aliyan de, biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo derxisitna hêzên biyanî ji Iraqê hat nîqaşkirin.

Herdu aliyan, bal kişandin li ser girîngiya rêzgirtina ji serweriya Iraqê û serbixwebûna biryara siyasî ya Iraqê re.

Her wiha rewşa ewlehî, mijara terorê û piştgirîkirin aramiya Iraqê û herêmê nîqaş kirin.

Li gorî Navenda Rangihandina Serokomariya Iraqê, Sekreterê NATO’yê piştgirî û perwerdekirina leşkerî ya ji bo hêzên Iraqê dubare kir.

Leave a Reply

Back to top button