​​​​​​​Şênî Til Hemîsê ji bo biryara Hêzên Erka Xweparastinê kêfxweş in

Doh Buroya Erka Xweparastinê temenên kesên wê tevli erkê bibin li seranserî herêmên bakur û rojhilatê sûrî kir yek.
Şêniyên navçeya Til Hemîsê jî ji bo vê yekê spasiya Buroya Xweparastinê ya Rêveberiya Xweser kir.

Buroya Erka Xweparastinê ya herêma Cizîrê ji bo şîrovekirina deteyên biryarê civînek ji şêniyên navçeya Til Hemîsê re lidar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û meclisên navçeyê tevli civînê bûn.

Cîgirê hevserokatiya Buroya Parastinê ya herêma Cizîrê Hediye Şêx Hesen destnîşan kir ku biryar ji bo berjewendiya gel e û li ser daxwaza wan hat girtin.

Piştre hevserokatiya Daîreyê Nercis Yûsiv Nercis qanûnên erka xweparastinê şîrove kirin.

Di dawiyê de beşdaran jî pirsên û pêşniyarên xwe kirin.

Şêniyan jî ji ber desteyê daxwazên wan pêk anîn spasiya xwe pêşkêş kirin.

Leave a Reply

Back to top button