Weqfa Jina Azad a Sûriyê xebatên xwe li tevahiya Sûriyê belav dike

Weqfa Jina Azad ragihand ku wê xebatê xwe li hemû herêmên Sûriyê belav bike û navê xwe kir Weqfa Jina Azad a Sûriyê.

Weqfa Jina Azad bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dê kar û xebatê xwe li hemû herêmên Bakur û Rojhiatê Sûriyê berfireh bike.

Weqfê daxuyaniyeke çapemeniyê li pêşiya navenda xwe ya bajarê Qamişlo da.

Weqfê diyar kir ku bi dehan projeyên aktîfkirina rola jinan di qadên çandî, tenduristî û civakî de, pêk anîne.

Weqfê ji bo gertina navê xwe jî ev agahî da:

Ji bo pêkanîna serkeftinên domdar û rizgarkirina jinên Sûriyê ji qeyd û bendên kevneşopên civakê, em navê xwe diguherînin û dikin “Weqfa Jina Azad a Sûriyê”.

Em soza pêkanîna erkên xwe û temsîlkirina dirûşma “Jina azad bingeha civaka azad e” nû dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Weqfa Jina Azad sala 2015`an hatibû dameziradin.

Leave a Reply

Back to top button