Rêveberiya perwerdeyê ya Kerkûkê soza bicihanîna daxwazin Mamosteyan da

Doh mamostayên Kerkûkê ku ne hatibûn tayînkirin ragihandibûn ku ewê ji bo vê yekê çalakiyekê lidar bixin.
Îro çalakiya mamosteyan bi aloziya navbera wan û polîsan de pêk hat.
Piştî aloziyê Rêveberiya Perwerdeyê bi çalakgeran re civiya û soza bicihanîna daxwazên wan da.

Li bajarê Kerkûk yê Başûrê Kurdistanê di destpêka meha Çile de Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê lîsteya navên kesên ku hatine tayînkirin parve kir.

Lê piraniya kesên hatin tayinkirin Ereb bûn.

Ev yek bû sedema nerazîbûna mamosteyên Kurd û Tirkmen.

Mamosteyên ku nehatin tayînkirin îro li dijî vê yekê, çalakiyek li dar xistin.

Mamoste bi piştgiriya nûnerên hin aliyên siyasî li ber avahiya rêveberiya perewerdeyê ya bajar kom bûn.

Mamosteyan xwestin li gel rêberiya perwerdeyê hevdîtinê bikin, lê Rêveberiya Perwerdeyê neçû gel çalakgeran.

Çalakgeran jî avahî dan ber hêkan û di navbera wan û polîsan de alozî derket.

Polîsan nekarîn pêşiya çalakgeran bigirin û hinek çalakger ketin avahiyê.

Piştre ji neçarî Rêveberê Perwerdeya Kerkûkê Abid Elî li gel çalakgeran civiya.

Piştî civînê Nûnerê Çalakgeran Endam Ebdulkerîm encama civînê eşkere kir.

Endam diyar kir wan ji rêveberiyê daxwaz kiriye komîsyonek ji hemû pêkhateyan ji bo şopandina lîsteya kesên werin tayînkirin were avakirin.

Endam Ebdulkerîm diyar kir ku Rêveberiya Perwerda Kerkûkê jî soza bicihanîna daxwazên wan daye.

Leave a Reply

Back to top button