Jinên DAIŞ’î yên li kampa Holê hewil da jineke Endonezyayî û zarokên wê bişewitînin

Li kampa Holê ji ber ku jineke Endonezya û zarokên wî xwestin vegrin welatê xwe, jinên DAIŞ’î hewldan wan bişewitênin.

Îro jinên DAIŞ’î hewl dan jineke Endonezî a bi navê “E. M” û zarokên wê bişewitînin.

Ev bûyer, piştî ku jina endonezî li pêşiya ragihandinê axivî û gotibû ew ji fikrê DAIŞ vegeriyaye û dixwaze biçe welatê xwe pêk hat.

Li gorî agahiyê çavkaniyên ewlehiyê dane, jinên DAIŞ’î yên navê “Husba” li xwe dikin, hewil dan agir berdin çadira jina Endonezî.

Beriya niha jî li ser destê jinên DAIŞ’ê bi dehan kes li nava kampê hatibûn kuştin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku li kampa Holê zêdeyî 70 hezar kes hene.

Ji vane nêzî 30 hezar malbatên çeteyên DAIŞ’ê ye.

Leave a Reply

Back to top button