DAIŞ’ê êrîşên li Filîpînê hatiye kirin girt ser xwe

DAIŞ’ê berpirsyariya êrîşa ku li Filîpînê li dijî girseya Katolîk kiribû hedef li ser xwe girt.
​Di êrîşa bombeyî ya Filîpînê ku li dijî merasîma katolîk pêkhatibû herî kêm 4 kes mirin 50 kesê din jî birîndar bibûn..

DAIŞ’ê berpirsatiya êrîşa bombeyî ya dawiya hefteyê ya li Filîpînê ku li dijî merasîma Katolîk a ku di encamê de herî kêm 4 kes mirin û 50 kesên din jî birîndar kirin, girt ser xwe.

Êrîş doh li salona werzîşê ya zanîngehekê li Maravî, bajarokek li başûrê Fîlîpînan ku piranîya hemwelatîyên Misilman lê dijîn, pêk hat.

Çeteyên DAIŞ’ê êrişa li Filîpînê li xwe girt

DAIŞ’ê ku li başûrê welêt bi bandor e, bi daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê Teleframê berpirsyariyê wê li xwe girt.

Piştî êrîşê polîs û leşkeran tedbîrên ewlehiyê li paytext Manîla, derdora wê û herêmên ku misilman lê dijîn zêde kirin.

Wezîrê Parastinê yê Fîlîpînê Gilberto Teodoro di konfêranseke çapemeniyê de axivî û destnîşan kir ku operasyonên hêzên ewlehiyê “wê bênavber dewam bikin” da ku sûcdarên “êrîşên terorê” bên darizandin.

Teodoro diyar kir ku di êrîşê de “nîşanên xurt ên hêmaneke biyanî” hene, lê ji ber lêpirsîna ku dewam dike hurguliyên lêpirsînê neda.

Romeo Brawner: Piştî operasyona li dijî DAIŞ’ê, ev êrîş pêk hat

Sererkanê Giştî yê Fîlîpînê Romeo Brawner anî ziman teqîn piştî operasyonên leşkerî yên li dijî komên alîgirên DAIŞ’ê pêk hat.

Brawner di civîna çapemeniyê de got,

“Dibe ku tiştê vê sibehê qewimî êrîşeke tolhildanê bû.”

DAIŞ a ji 2014’an ve hewl dide Filîpînê kontrol bike, bi navên Ebû Seyaf, Maute Group û Ensar Xelîfe yên Fîlîpînê li gelek deverên welat tevdigere.

Maute di Gulana 2017’an de ragihand ku ew armanc dike ku Marawî bigire û wê bike “parêzgehek” Asyaya Başûr a ji bo damezrandina bi navê “Dewleta Îslamî”.

Her wiha 2017’an êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Marawî ya li herêma Mislim Mindanao pêk hatin û ev yek bû sedema mirina bêtirî hezar kesî.

Back to top button