Sibe li Şengalê komxebata Netewa Demokratîk tê lidarxistn

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo danasîna fikrê netewa demokratîk a Rêber Apo û rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê, wê sibe li Şengalê komxebatek li dar bixe.

Li Şengalê di çarçoveya têkoşîna li dijî tecrîda ser Rêber Apo û xurtkirina kampanyaya “Dem Dema azadiyê ye”, rêzeçalakî û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê dewam dikin.

Bi vê armancê sibe 25’ê Sibatê li Hola Azadî ya Şengalê bi sernavê “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye” komxebatek were li darxisitin.

Tê gotin hejmarek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên komên baweriyan ên ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê hatine vexwendin.

Her wiha wê meclîsên gel ên Şengalê, TAJÊ, tevgera ciwanan, PADÊ, rûsipiyên civakê û gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî komxebatê bibin.

Di komxebatê de wê pirsgirêkên demokrasî û azadiyê yên li Iraqê tên jîn werin nîqaşkirin û riyên çareseriyê werin dîtin.

Back to top button