Heyva Sor a Kurd: PDK rê nade alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê derbas bibe

Alîkariyên ku li Başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê hatin komkirin doh ber bi Bakur û Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketin. Lê hîn derbasî herêmê nebûne. Hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Elî da zanîn ku PDK’ê rê nade alîkariyên ji bo mexdûrên Bakur û Rojhilatê Suriyê di deriyê Sêmalkan re derbas bibin.

Kampaniya alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê ya li Başûrê Kurdistanê destpêkiriye hîn didome.

Alîkariyên ku hatine komkirinê ji bo mexdûran têne şandin.

Lê PDK rê nade alîkariyên ji bo Bakur û Rojhilatê Suriyê ji deriyê Sêmalkan re derbas bibe.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Elî derbarê mijarê de axivî û got: “Em hewil didin ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya Heyva Sor alîkariyê bişînin, lê desthilatên PDK′ê nahêlin alîkarî ji deriyê Sêmalka ve derbas bibin.”

Êva Elî da zanîn, alîkariyên ku derbas bibin wê bi riya Heyva Sor a Kurd li herêmên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê bi rêjeya ji sedî 70 wergirin.

Her wiha mexdûrên Minbic û Kobanê bi rêjeya ji sedî 40 wergirin.

Back to top button