Hêzil Ozgur: Artêşa Tirk ya li Zapê asê maye ne zane çi bike

Fermandara YJA Starê Hêzil Ozgur rewşa artêşa Tirk li Zapê weke ketine nava çiravê binav kir.. Hêzil Ozgur diyar kir ku artêşa dagirker a li Zapê asê maye nema zane çi bike û got, Înîsyatîfa şer di destê gerîllayên Kurdistanê de ye.

Fermandara YJA Starê Hêzil Ozgur tevgera dagirkeriya Tirk a li hemberî Zap û Avaşînê, ji Ajansa ANF re nirxand.

Fermandar Ozgur anî ziman ku dewleta Tirk a nekarî par li hemberî berxwedana gerîlla bighêje armancê xwe, 17’ê Nîsanê êrişeke mezin destpê kir û got:

Gerîlla li hemberî hewldanên êrişkar ên artêşa Tirk, bi salan e amadekarî dihate kirin. Ji tûnelên şer bigrin, heta pêşxistina rêbazên gerîllatiya nûjen.

Bi qasî amadekariyên şer, gerîlla di dil û mejî bû xwedî hêza biryardariyeke mezin a bersivdayînê.

Hêzil Ozgur diyar kir ku tevî bikaranîna ew çendî teknîka giran jî, vê gavê înîsiyatîfa şer di destê gerîla de ye û wiha dewam kir:

Bêguman şer bi hêsanî nayê meşandin, zehmetiyên xwe zêde ne, berdêl wê jî hene. Li dijî teknîka herî pêşketî ya NATO’yê, gerîlla xwedî îradeyeke bi hêz e. Sonda wan ew e ku artêşa dagirker li Zapê bişkînin.

Bi qasî lehengiya ku hatiye nîşandan, di şerê Zapê de 2 helwestên cûda ên aliyên Kurd jî derketin holê.

Aliyek hevkariya dijmin dike û bûye beşek ji tevgera dagirkeriyê.

Aliyê din jî ji bo parastina rûmeta Kurdistanê, canê xwe feda dike.

Fermandara YJA Starê anî ziman ku artêşa Tirk hêzên xwe li hin deveran daniye û got:

Dema ku xwe nêzî deriyê tunelên şer dike, gerîlla bi dijwarî li wan didin. Ji bo hin deveran bi dest bixe, kîmyasalê bi kar tînin, lê tevî vê yekê jî leşkerên wan bi gavekê jî nikarin bi pêş ve biçin.

Leşkerên Tirk asê mane û li hin deveran di bin dorpêça gerîlla de ne.

Niha li Zapê gerîlla ji her alî ve li wan didin. Rê nayê dayîn ku bi helîkopteran leşkerên xwe deynin.

Êdî ketine rewşa parastinê. Vê gavê yê êriş dike gerîlla ne.

Em niha li ser axa xwe ne. Yên hatine dagirker in. Tişra li Zapê eşkere bû dilsozî û hevrêtiyeke rast a gerîlla ye.

Hêzên me ji aliyê bawerî û moralê ve bûne yek. Çalakiyên mezin têne lidarxistin.

Dema dawî xistina helîkoptera Skorsky çalakiyeke ne ji rêzê ye. Gerîlla bi biryar e. Ji bo parastina Kurdistanê amade ye canê xwe feda bike.

Back to top button