Mamosteyên Başûr: Hevkariya dagirkeran xiyanet e

Mamostayên li Başûrê Kurdistanê bertek li dijî êrişên Tirkiyê nîşan dan û diyar kirin ku armanca Tirkiye qirkirina Kurdan e.

Mamostayê Zanîngeha Selahedîn Sabir Ebdulrehman dibêje Tirkiyê ji hemû aliyan ve êrişî xaka Kurdistanê dike.

Sabir Ebdulrehman li ser hevkariya PDK’ê bi Tirkiyê re jî got: ”Kesê ku hevkariya dijmin dike, xayine.”

Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Bextiyar Kemal Talebanî jî ji bo mijarê ev bang kir:

“Divê aliyên siyasî berjewendiyên xwe bidin aliyekê û destpêkê çarenûsa gelê Kurd bi fikirin.

Û li beramberî dijmin şoreşa Kurdayetî xurtir bikin.”

Back to top button