Efrîn..çeteyan piştî desteserkirina mala wan, 2 ciwan revandin

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê, piştî ku malbatên wan ji malên wan derxistin, du ciwan revandin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ”Emniyat” li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê ciwanê bi navê Eyhan Mihemed Mamo û Heysem Mihemed Mamo revandin.

Herdû ciwan xizmên hev in û ji gundê Hayimo yê navçeya Bilbilê ne.

Heman çavkaniyan dest nîşan kir ku çeteyên navborî malbatên herdû ciwanan ji mala wan ya ku kirê kirine derxistin û malbatên çeteyan bicih kirin.

Heta niha jî çarenûsa van ciwanan nediyar e.

EFRÎN-REVANDIN
ÇETEYAN ŞÊNIYEKÎ EFRÎNÎ KUŞT

Duh jî piştî 3 mehan ji revandina wî, termê şêniyê bi navê Seîd Reşîd Mecîd yê 50 salî ku ji gundê Etmana yê Racoyê ye, li girekî hat dîtin.

Back to top button