Rêveberiya Xweser qanûna Yekkirina Karkeran erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di civîna xwe ya yekemîn a sala 2020’an de hemû madeyên qanûna yek-kirina karkeran erê kir. Hevserokê Melisa Giştî ya Rêveberiya Xwser Yasir Silêman diyar kir ku, yekkirina qanûna karkeran di xebatên rêveberiyê de gaveke nû û girîng e.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh civîna xwe ya yekemîn a sala 2020`an li dar xist.

Civîn du rojan dewam kir.

Di roja yekemîn de, meclisê 94 madeyên qanûna yekkirina karkeran erê kiribû.

Îro jî madeyên mayî yên qanûnê hatin erêkirin.

Civîna meclisê li hola civînan a Partiya Pêşerojê a Sûriyê li bajarê Reqayê hat lidarxistin.

Di roja duyemîn de endamê desteya serokatiyê Yasir El-Silêman madeyên mayî yên qanûnê xwendin û bi komîteya ji bo amadekirina qanûnê hatiye erkdarkirin û endamên meclisa giştî re nîqaş kirin.

Di encama nîqaşan de 43 made erê kirin.

Bi vê yekê 137 madeyên qanûnê bi giştî hatin erêkirin.

Qanûna karkeran a Rêveberiya Xweser ku ji 137 madeyan pêk tê, şert û mercên erkdarkirinê, karmendiyê û erkên wan diyar dike.

Her wiha fon, xelatkirin û karên derveyî dewamê û tiştên din ên girêdayî kar, diyar dike.

Tê payîn ku qanûn piştî 3 mehan ji erêkirinê bikeve meriyetê, da ku çawaniya pêkanîna wê bi Desteya Aboriyê û Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîqaş bike.

YASIR SILÊMAN
HEVSEROKÊ MECLISA GIŞTÎ YA RÊVEBERIYA XWESER

Hevserokê Melisa Giştîya Rêveberiya Xwser Yasir Silêman diyar kir ku, yekkirina qanûna karkeran di xebatên rêveberiyê de gaveke girîng e.

Ev qanûn di dîroka rêveberiya xweser de gavek girîng e.

Ji ber ku ew mafên karkerên misoger dike û istiqrara li hemêmê zêde dike.

Her wiha berê şêniyan dide karê di saziyên rêveberiya xweser de.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara kesên ku derfetên kar li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, 250 hezar e.

Back to top button