Le Drian: DAIŞ têk neçûye û şerê li dijî wê dewam e

Wezîrê Derve yê Fransayê, Le Drian, got, DAIŞ têk neçûye û şerê li dijî wê dewam e.

Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian, bû mêvanê bernameya hevpar a RTL, LCI û Le Fîgaroû û têkildarî hebûna DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê axivî.

Le Drîan destnîşan kir ku DAIŞ hê têk neçûye û hê jî hêza şaneyên veşartî yên wê li Sûriye û Iraqê heye.

Le Drîan diyar kir ku şerê wan ê li dijî DAIŞ’ê didome û li ser ewlehiya kampên ku DAIŞ’î tê de ne, teqez kir ji bo piştre werin darizandin.

Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian diyar kir ku DAIŞ’ê êrîşî ku derê kiribe, divê li wê derê bixwe were darizandin.

Back to top button