Kongra Star di şexsê Heqî Karer û şehîdên berxwedana Zap û Avaşînê de şehîdên azadiyê bibîranîn

Kongra Star di şexsê şehîd Heqî Karer de şehîdên berxwedana Zap, Avaşîn û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Armanca me ya sereke azadiya rêber Abdullah Ocalan e.”

Kongra Star bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bibîranîn û îşaret bi destkeftiyên bi saya şehîdan hatin bidestxistin kir û wiha got, “Di meha Gulanê de hevrêyên mezin şehîd bûn.

Di her rojê de li hember şehîdan em rexnedayînê didin û îradeya me ji bo pêkanîna armancên wan xurttir dibe.”

Kongra Star balkişand ser berxwedana Zap û Avaşînê û hemleya “Dem dema azadiyê ye” û wiha dewam kir: “Em ê di vê şoreşê de bi ser kevin.

Gerîlayên leheng li Zap û Avaşînê li hember êrişên çete û leşkerên AKP-MHP`ê li ber xwe didin.

Gerîla destanên lehengî û qehremaniyê dinivîsin.”

Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de Berxwedana gerîla Silav kir wiha bi dawî kir: “Em di şexsê şehîd Heqî Karer, Aysel Dogan û Mizgîn Ronahî de hemû şehîdên vê berxwedana pîroz û şehîdên meha Gulanê bi bîr tînin.”

Back to top button