Rûniştina doza rojnamevanên girtî

15 jê girtî 18 rojnamevanên Kurd piştî 13 mehan îro li dadgeha Amedê derketin pêşberî dadger.
Di rûniştinê de rojnamevanan diyar kirin bi vê dozê ziman û nasnameya gelê Kurd pê tê darizandin
Rêxistinên rojnamegeran jî ku ji bo piştgriyê li pêşiya dadgehê civiyan, doz wek “şerma hiqûqa Tirkiyê” pênasekirin û banga berdana rojnamegeran kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 8’ê Hezîrana 2022’yan 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin.

Ji 22 kesên ku 8 rojan di binçavan de man 16 rojnamevan di 16’ê hezîranê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

15 jê girtî 18 rojnamevanên kurd piştî 13 mehan îro li dadgeha Amedê derketin pêşberî dadger.

Rojnamevanên girtî: Ziman û nasnameya gelê Kurd pê tê darizandin

Di rûniştinê de rojnamevanên ku parastina xwe kirin, gotin:

Ev îdianame, îdianameyeke ku ziman û nasnameya gelê Kurd pê tê darizandin.

Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivil û rojnamegeran doz şopandin

Paşê rêxistinên rojnamegeran têkildarî doza rojnamevanên kurd daxuyanî dan.

Gelek nûner û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên sivil û rojnamegeran ji bo şopandina dozê li wir amadebûn.

“Ev doz şerma hiqûqa Tirkiyê ye”

Di daxuyaniyê de doza hatiye vekirin wek “şerma hiqûqa Tirkiyeyê” hat pênasekirin û banga berdana rojnamegeran hate kirin.

Nivîskarê rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol yê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku her çiqas desthilat zextan bidomînin jî ew ê rojnamegeriyê bidomînin.

Derbarê mijarê de Cîgirê Serokê Cemiyeta Rojnamevanan Yusuf Kanli jî axivî û ev tişt anî ziman:

“Çapemenî di rewşek dijwar de derbas dibe. Duh jî wisa bû îro jî wiha ye.

Hevalên me yên gelek hêja ên rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine nihali vê avahiya li pişt me ne, 13 meh in ji azadiya xwe mehrûm mane.”

Yusuf Kanli hêvî kir ku ev zext û bedela giran ya li ser rojnamevanan êdî bi dawî bibe

“Em ê heta dawiyê xwedî li gelê Kurd û azadiya çapemeniyê derkevin”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar jî têkildarî dozê, wiha axivî:

Heta ku medya kurd azad nebe, tu tiştek çareser nabe û hemû rêyên demokrasiyê yên Tirkiyeyê wê xitamandî bin.

Doza îro ji her warî ve girîng e. Ev doz jî nîşan da ku êdî medya kurdî ne bi tenê ye.

Çi were serê gelê me û medya kurd em ê mijarê bibin Meclisê.

Em ê heta dawiyê xwedî li gelê kurd û azadiya çapemeniyê derkevin.”

Parlamenterê CHP’ê sezgîn tanrikulu xwest rojnamegerên girtî werin berdan

Her wiha Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî ku doz şopand, xwest demildest rojnamegerên girtî werin berdan.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

Back to top button