Beştaş: Wê mizgîniya mezin çuyîna te be

Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ji bo gotina Erdogan a “ez ê mizgînî bidim” got: Mizgîniya herî mezin ku tu bidî ew jî wê çûyîna te be.

HDP’ê li Amed, Mêrdîn û Cizîrê bi boneya salvegera dagirkirina şaredariyan nerazîbûn nîşan da û ev peyam da: “Dibe hûn avahiyên şaredariyan desteser bikin lê hûn qet nikarin vîna gel desteser bikin.”

Li Dîlokê jî qonaxa 3’yemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê hat birêvebirin.

Kampanyaya bi dirûşmeya “Em hemû bi hev re li dijî şer aştî û li dijî tecrîdê azadî” tê birêvebirin li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê civîna gel hat lidarxistin.

Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û bal kişand zextên li ser HDP’a Dîlokê û got:

Ji sala 2015’an ve li ser partiya me bênavber êriş pêk tên.

Li vî welatî rejîma yek zilamî heye.

Hevalên me par li Dîlokê hatin girtin, salek e dernexistine dadgehê.

Beştaş daxuyaniya serokomarê Tirk Erdogan “Ez ê roja înê mizgîniyê bidim” bi bîr xist û got:

“Mizgîniya herî mezin ku tu bidî vî xelkî, ew jî wê çûyîna te be.”

HDP: Hunê nekarin vîna gel desteser bikin

Her wiha Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li Kolana Lîseyê ya li miqabilî Şaredariya Amedê daxuyanî da çapemeniyê.

Rêveber, parlamenterên HDP’ê, çalakvann TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Polîsan daxuyanî dorpêç kir û pankarta “Qeyûm dizîna îradeya gel e” desteser kirin.

Berdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Helîme Bayram daxuyanî xwend û got:

“Di 19’ê Tebaxa 2019’an de carek din vîna gel desteser kirin.

Em li dijî vê rejîma faşîst berxwedan û têkoşîna xwe didomînin.

Dibe hûn avahiyên şaredariyan desteser bikin lê hûn qet nikarin vîna gel desteser bikin.”

Bayram piştî daxuyaniyê nameya Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê girtî xwend.

Piştre Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel axivî û diyar kir ku polîtîkaya erkdarkirina qeyûman di heman demê de polîtîkaya dijminatiya jinan e.

Rêxistinên HDP’ê li navçeya Licê û Erxenî yên Amedê û Cizîr a Şirnexê jî têkildarî dagirkirina şaredariyan daxûyanî dan çapemeniyê û erkdarkirina qeyûman şermezar kirin.

Back to top button