Êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin. Îro, gundên Til Temirê, Eyn Îsa careke din hatin topbarankirin.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Gozeliyê yê navçeya Til Temir topbaran kir.
Gundên Seyda, Mielek û Dibis ên navçeya Eyn Îsa jî rastî topbaranê hatin.
Mîna her roj heman gundên Kobanê bû hedefa dagirkeran.
Car din gundê Zormixar û Mezraya Ehmed Munîr hatin topbarankirin.
Gundên Til Rifet û Şehba hatin topbarankirin
Dagirkeran doh derengiya şevê jî derdora navçeya Til Rifetê topbaran kir.
He wiha gundê Semoqa yê herêma Şehbayê jî bi çekên giran hat topbarankirin.