Îro ji bo şehîd Ferhad Dêrik li Dêrikê konê sersaxiyê hate vedan

Cenazeyê Ferhad Dêrik ku li Kelar a Silêmaniyê bi êrişa dewleta Tirk şehîd bû, duh derbasî Rojavayê Kurdistanê hate kirin. Îro ji bo şehîd Ferhad Dêrik li Dêrikê konê sersaxiyê hate vedan. Bi sedan kesî serdana konê sersaxîyê kirin û ji gelê Kurd û malbata şehîd re sersaxî xwestin û soza şopandina şehîdan hate dayîn.

Şehîd Ferhad Şiblî tevî 3 hevalên xwe di encama êrişa balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk li Kelarê ya Silêmaniyê şehîd bûn.

Vê sibê Meclisa Malbatê Şehîdan konê sersaxiyê li pêşiya mala Şehîd Ferhand Şiblî vedan.

Bi sedan ji şêniyên navçeya Dêrik û gundewarên wê her wiha endamên sazî û meclisên Rêveberiya Xweser amede bûbûn..

Di bin kon de gelek kes axivîn û sersaxî ji malbata Şehîd re xwestin û soza bilindkirina asta tekoşînê dan.

Tê payîn ku wê sibe cenazeyê şehîd Ferhad li gortistan Şehîd Xebat ya li Dêrikê bê oxirkirin.

Back to top button