Çeteyê dewleta Tirk bi hev ketin

Ji sala 2016’an ve, komên çete di bin parastina dewleta Tirk de her cûreyên sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan dikin. Ji Idlib heta Serêkaniyê ev çete bûne bela serê mirovan. Gelek caran jî ji ber şerê parvekirina û desthilatê bihev dikevin.
Û ev şerê wan ê navxweyî herî zêde dewleta Tirk dixe nava trisê. Lewma ji bo wan lihev bîne a ji destê wê tê dike.

Beriya 3 rojan li herêma Babê, di navbera komên çete ên dewleta Tirk, Feyleq El Şam, Cebhet El-Şamiye, Ceyiş El Îslam û Ehrar El-Şam de şer derket.

Û di nava demeke kurt de li deverên Cerablûs û gundewarên Efrînê belav bû.

Li gorî daneyan, di şer de herî kêm ji aliyan 8 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Herî dawî piştî ku dewleta Tirk destûr da çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ku li herêmê bicih bibe, alozî di navbera komên din de derket.

Ji xwe piştî erêkirina Tirkiyê, beşek ji çeteyên Tehrîr El Şam ku girêdayî El Qaîdê ne, berê xwe dan Efrîna dagirkirî.

Di çarçoveya vê tevgerê de, pêr çeteyên Feylaq El-Şam ji gundewarên navçeya Şêrawa vekişîn û li şûna wan çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi cih bûn.

Vê komê paşê li dijî hin çeteyên dewleta Tirk dest bi êrişan kir.

Bi taybet piştî ku artêşa Tirk ji bendên ketina bajarê Efrînê vekişîn, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam derbasî navçeya Cindirêsê bûn û tevahî gundên girêdayî wê dagir kirin.

Armanc ji van êrişan jî kontrokirina deriyê ‎Xezawiyê yê di navbera Efrîn û Idlibê de ye.

Çeteyên binavê Artêşa Niştimanî jî êrişî deverên di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam kirin.

Eşkere bû ku bihevketina herdû aliyan jî bi erêkirina dewleta Tirk pêk hatiye.

Herî dawî li ser daxwaza Mît’a Tirk civîneke sê-alî pêk hat.

Li gorî îdîayan di vê civînê de aliyan li ser ragihandina agirbestê lihev kirine.

Back to top button