Di çarçoveya rêze-hevdîtinên bi serokeşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Fermandarê Giştî yê QSD’e Mezlûm Ebdî û Fermandara YPJ’e Rohilat Efrîn, şandeyek ji serokeşîrên Reqayê pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de, Mezlûm Ebdî pêşketinên dawîn li ser asta leşkerî û siyasî li herêmê û giştî Sûriyê şîrove kir.
Ebdî bal kişand ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û rola serokeşîrên herêmê di rizgariya ji fikirê terorê û destnîşan kir ku eşîrên herêmê roleke mezin di têkbirina DAIŞ’ê û hevgirtina civakî de lîst.
Ji aliyê xwe ve serokeşîran teqez kir, ku jinavbirina fikirê DAIŞ’ê bo hemû eşîrên herêmê armanceke sereke ye.
Şandeya serokeşîran diyar kir ku, divê fikirê azad û demokratîk, ji bo pêkanîna wekhevî û edaletê, di navbera hemû pêkhateyan de, belav bibe.
Serokeşîran da xuyakirin ku bajarê Reqa ku wekî paytexta DAIŞ’ê dihat binavkirin, piştî rizgarkirina ji aliyê QSD’e ve, bûye paytexta biratî, aştî û pêkve-jiyana pêkhateyên cihêreng.
Fermandariya Giştî bi şandeyeke eşîrên Eyn Îsa, Sirîn û Girê Spî re civiya