Kobanê-Sersaxî ji malbata şehîd Ezda re hat xwestin

Li Kobanê ji bo şehîda YPJ’ê Ezda Berxwedan û li Reqayê jî ji bo şehîdê QSD’ê Serdar sersaxî hate xwestin.
Şêniyan di merasîmên sersaxiyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armacên wan dan.

Duh Şervana Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Azda Berxwedan bi merasîkê li goristan şehîdana Kobanê hate oxirkirin.

Şervana YPJ’ê Lîna Elo (Azda Berxwedan Cûdî) di qezayekê 9’ê Tebaxê şehîd bûbû.

Vê sibê bi sedan ji kantona Kobanê û herêma Firatê sersaxî dan malbata Şehîda Azda Berxwedan.

Li wir, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî axivî û wiha got:

Em deyndarê şehîd Azda û tevahî şehîdên ku di oxira ewlehî û îstîqrara me de fedakarî kiriye ne.

Em soz didin em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya PYD Bekir Hec Îsa axivî û banga parastina destkefityên şehîdan kir.

Reqa-Sersaxî ji malbata şehîd Serdar re hat xwestin

Li Reqayê jî merasîmên sersaxiyê yên şehîdan hebû.

Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şervanê QSD’ê Mûsa El Hemad.

Şevanê Hêzên Sûriya Demokratîk Mûsa El-Hemad bi nasnav Serdar 10’ê vê mehê dema ku li Eyn Îsa erka xwe bicih dianîn şehîd bû.

Di bin kon de gelek kes axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Apê şehîd Serdar jî got:

“Bi saya şehîdan em li vir kom bûne. Mûsa di oxira parastina welat û jiyaneke azad û bi rûmet de şehîd bû.

Back to top button