Sêrt-Milîsên HBDH’ê li dijî wesayîta zirxî ya Tirk çalakiyek pêk anî

Bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Sêrtê milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê bi bombeya dest û molotofê li wesayîteke zirxî dewleta Tirk xistin.

Têkildarî çalakiyê Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parve kirin:

“Ev sîstema mêtingeriyê ji bo gelê me yê kedkar dojeh e.

Em ê vê dojehê hilweşînin û em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê şer bikin û sîstema mêtingeriyê tune bikin.

Me bi vî ruhî li Sêrtê di şeva 12’ê Tebaxê me êrişî wesayîta zirxî ya dijmin kir.”

HBDH’ê diyar kir ku piştî çalakiyê milîs bi rengekî bi ewle ji herêmê veqetiyan.

Back to top button