Eşîrên Ereb: Divê tecrîd bê têkbirin

Rûspiyên eşîrên Ereb û şêniyên Til Hemîsê bang li rêxistinên mirovî û Konseya Ewlehiyê ya NY kir ku sûcên dermirovî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin.

Şêniyên navçeya Til Hemîsê bi hevkariya meclisên bajarokên Til-Ehmed, Ceza, Ekaz û Ebû Cirn çalakiya konvedanê li navçeyê li dar xist.

Di çalakiyê de kesên axivîn gotin:

Fikra Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo gelê Kurd lê belê ji bo tevahî pêkhateyên herêmê fikreke ronakbîrî ye.

“Armanca fikra Rêbertî avakirina civakeke exalqî, polîtîk û demokratîk e da ku wekhevî pêk bê.

Ev fikr ji tevahî dozên Rojhilata Navîn re, çareseriya bingehîn e.

Li ser navê rûspiyên eşîrên ereban ên Til Hemîsê axafitin hat kirin.

Bal hat kişandin li ser rola mezin a felsefeya Rêber Apo di pêkanîna yekitiya eşîrên ereban de.

Hat gotin ku tişta dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêbertî di girtîgehê de dike, li dijî pransîbên mafên mirovan e.

Ew gelê herêmê vê yekê red dikin.

Bang li rêxistinên mirovî û Konseya Ewlehî ya NY hat kirin ku sûcên dermirovî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin.

Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîdê meşek li dar xistin

Back to top button