Fermandar Mezlûm Ebdî bi eşîrên Dêra Zorê re civiya

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi sê şandeyên serok û şêxên Dêra Zorê re civiya.

Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir fermandar Mezlûm Ebdî bi 3 şandeyên serok û şêxên eşîrên Dêra Zorê re civiya.

Her wiha endama fermandariya giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehmed jî hazir bûn.

Civîn di çarçoveya civînên ku ji aliyê Fermandariya Giştî ve ji bo danûstandina bi rêveberên civakê re pêk tên.

Fermandar Mezlûm Ebdî pêşketinên siyasî û leşkerî yên navçeyê û amadekariyên rûbirûbûna rewşên awarte nirxandin.

Ebdî tekez kir ku pêwîste rê li ber pirsgirêkên ku aliyên girêdayî hikûmeta Şamê hewl didin li Dêre Zorê derxînin, bê girtin.

Ebdî da zanîn ku ev nakokî dê ewlehî û aramiya her kesî bike armanc û tenê neyarên herêmê jê sûdê werdigirin.

Back to top button