Fermandarê Giştî yê QSD’e Mezlûm Ebdî, şandeyeke serokeşîrên Minbic û gundewarê wê pêşwazî kir.
Di civînê de rewşên siyasî, ewlekarî û civakî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Her wiha geşedanên leşkerî û êrîşên li dijî herêmê, hatin nîqaşkirin.
Mezlûm Ebdî aloziyên xizmetguzariyê yên xelkên herêmê bi awayekî berfireh bi şandeyê re nîqaş kir.
Şandeya serokeşîran jî teqez kir, ew ê van pirsgirêkên xizmetguzariyê bi aliyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser re nîqaş bikin û hewil bidin di zûtirîn dem de werin çareserkirin.
Fermandarê Giştî yê QSD’e Mezlûm Ebdî dawiyê, spasiya serokeşîran û hemû gelê Minbicê, li ser welatparêzî, destekdayîna wan û girêdana wan bi QSD’e û Rêveberiya Xweser re kir.