QSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist û rewşa heyî nirxand

Fermandariya Giştî ya QSD`ê îro bi amadebûna endamên meclis û pêkhateyên leşkerî yên girêdayî wê, civîna xwe ya asayî li dar xist û tê de rewşa siyasî, leşkerî, meydanî û planên ji bo pêşerojê nîqaş kirin. Di civîna QSD’ê de hate gotin: Şam ji bo çareseriyê ne amade ye û gefên dewleta Tirk ji bo xwe bi kar tîne.  Her wiha derbarê gefên dewleta Tirk de jî QSD’ê got: Gefên dewleta Tirk cidî ne û hemû hêza me di amadebaşiyê de ye.

Fermandariya Giştî ya QSD`ê îro bi amadebûna endamên meclis û pêkhateyên leşkerî yên girêdayî wê, civîna xwe ya asayî li dar xist û tê de rewşa siyasî, leşkerî, meydanî û planên ji bo pêşerojê nîqaş kirin.

Têkildarî rewşa siyasî û leşkerî QSD’ê di civînê de teqezî li ser berdewamkirina têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî û pêşîlêgirtina li tevliheviyê kiriye..

QSD: Gefên dewleta tirk cidî ne û hêzên me di amadebaşiyê de ne

Li gorî malpera QSD’ê, di civînê de gefên dewleta Tirk a dagirker, provokasyonên wê û bi taybet li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtina sivîlan bi balafirên bêmirov, hatin nişqas kirin û ev yek hat gotin:

“Armanc ji van êrişan, têkbirina îstiqrar û ewlehiyê, tirsandina sivîlan û derbkirina projeya Rêveberiya Xweser e. Bi wê yekê rê didin DAIŞ`ê ku vegere û şaneyên xwe ji nû ve bi tevger bike.

Divê gefên dewleta Tirk cidî werin dîtin û divê hemû hêz ji bo bersivdayîna êrişeke nû ya dewleta Tirk a dagirker amade û seferber bin.”

QSD: Hikumeta Şamê gefên Tirkiyê ji bo xwe bi kar tîne

Têkildarî helwesta hikumeta Şamê jî di civînê de hatiye gotin ku Şam ji bo çareseriyên siyasî li Sûriyê ne amade ye, berovajî, gefên dewleta Tirk li dijî xaka Sûriyê bi kar tîne da ku tawîzan bigre.

Her wiha hatiye piştrastkirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk dê bi awayekî xurt bi hemû aliyan re, di nav de Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya, kar bike da ku çareyeke guncaw bibînin..

Li ser rewşa rêxistinî ya leşkerî jî QSD’ê gelek biryar ji bo xurtkirina sazîbûnê girtin.

Back to top button