Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî dan û êriş şermezar kirin. Di daxuyaniya de bang hat kirin ku her kes bibe xwedî helwest û li dijî van êrişên faşîzma Tirk bisekînin.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da..
PYD’ê diyar kir ku hemwextî zêdekirina êrişan li ser gundên Til Temir û Zirganê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, artêşa Tirk a dagirker dest bi êrişa li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê kir.
PYD’ê işaret bi çûna Mesrûr Barzanî ya li gel Erdogan û hevdîtina bi serokê îstixbaratê Hakan Fîdan re jî kir û got:
“Ev êriş bi nêzîkbûna salvegera komkujiyên Ermenan dest pê kir..
Dewleta Tirk bi hevkariya bi PDK`ê re dixwaze şer û fitneyê di navbera Kurdan de derxe û him jî binkeftin û aloziya xwe ya hundirîn derxîne derve.”
PYD: Divê Kurdistanî û hêzên şoreşger bibin xwedî helwest
Meclisa Giştî ya PYD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de êriş şermezar kir û ev bang kir:
“Divê gelê Kurdistanê û hemû hêzên şoreşger ên cîhanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker helwesteke hevpar nîşan bidin.”
Meclisa Malbatên şehîdan a Efrînê êriş şermezar kirin
Di heman çarçoveyê de, Meclisa malbatên Şehîdan a Efrînê jî daxuyaniyek da..
Meclisa malbatên Şehîdan a Efrînê di daxuyaniyê de diyar kir ku PDK’ê bûye darê destê dagirkeriya Tirk û bi wan dest bi êrişê kiriye û wiha domand:”Êdî ne tenê Kurd dibin qurbana vê dagirkeriyê, hemû pêkhateyên din jî dibin qurban.
Divê siyaseta malbata Barzanî û xiyaneta wan û her wiha yên li ser xeta wan ên weke ENKS’ê divê werin rûreşkirin..”
Meclisa Malbatên Şehîdan bang li hemû rêxistinên hiquqî û meclisa ewlehiyê ya navnetewî kir ku van êrişên faşîzma Tirk û çeteyên wê yên ji malbata Berzanî rawestînin..