Serokê Fraksiyona YNK: Ev êriş binpêkirina serweriya Iraqê ye

Serokê Fraksiyona YNK’ê ya li Parlementoya Iraqê Herêm Kemal Axa, li ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk daxuyaniyek da. Kemal axa got: Ev êriş binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.

Serokê Fraksiyona YNK’ê ya li Parlementoya Iraqê Herêm Kemal Axa, li ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Kemal axa di daxuyaniya xwe de got: “Dewama operasyonên leşkerî yên Tirkiye li ser xaka Herêma Kurdistana Iraqê binpêkirina serweriya xak û asîmanê welat e..

Vê yekê bi behaneya hebûna PKK’ê dike.

Ev êriş li dijî prensîbên civaka navdewletî û cîrantiya navbera Iraq û Tirkiyeyê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de jî tê gotin:

Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê bi operasyonên leşkerî û binpêkirina serweriya welatên din çareser nabe.

Back to top button