QSD’ê li Reqayê 2 çete hatin kuştin 3 jî hatin girtin

Şaneyên veşartî ên DAIŞ’ê bi her awayî hewl didin aramiya herêmê têk bibin.
Li dijî vê, Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD operasyonan pêk tînin û nahêlin ew bighêjin armanca xwe.
Yekîneyên Taybet ên QSD’ê hewldana êrişê ya şaneyeke DAIŞ’ê têk bir.

Şaneya çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê amedekariya teqandina wesayîteke bombebarkirî dikir.

Lê hêzên QSD’ê bi operasyonekê pêşî li vê yekê girt.

QSD îro bi daxuyaniyekê hûrguliyên girtina şaneya DAIŞ’ê eşkere kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD’ê ev agahî hatin dayîn:

“1’ê Cotmehê yekîneyên me yê taybet li bakurê Reqayê operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ’ê, lidarxistin.

Ev şane demeke dihat şopandin û agahî der heqê wê de dihat komkirin

Ev şane erebeyek teqemenî barkirî amade kiribûn ku li bajarê Raqqa biteqînin.

Di operasyonê de şer derket û 2 çete hatin kuştin û 3 jî hatin girtin.

Seyareya bombebarkirî jî hat rûxandin.

Di vê operasyonê de pêşî li êrişê hat girtin û hewldanên DAIŞ’ê hatin têk birin.”

Her wiha li bajarê Hersekê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayineke li ser riya Sifeya ya bajarê Hesekê ji bo teqandinê hatibû danîn, bê bandor kir.

Asayîşê bang li şêniyan kir ku hişyar bin û diyar kir ewê têkoşîna li dijî şaneyên çeteyan bidomînin.

Back to top button