Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em qebûl nakin ku PDK vegere Şengalê, êdî Şengal bê xwedî nîne

PDK, ya ku sala 2014’an Şengal radestî çeteyên DAIŞ’ê kir, niha cardin, bi behaneyên cuda, dixwaze vegere.
PDK’ê duh bi hêzeke çekdar di bin navê ‘propaganda hilbijartinê’ de hewl da derbasî nava Şengalê bibe. Lê Xelkê Şengalê li ber vê hewldanê rabû û rê nedan.
Di vê derbarê de, Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê daxuyaniyek da..
Hat diyar kirin armanca hatina PDK’ê ji bo têkbirina aramiya Şengalê bû lê Şengal êdî bê xwedî nîne.

Partî Demokratî Kurdistan (PDK), ya ku sala 2014’an Êzidî bi êrişên hovên DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin, dixwaze vegere Şengalê û dîsa lê bi cih bibe..

Duh, 2’yê Cotmehê, çekdarên PDK’ê, bi hevkariya artêşa Îraqê, hewl da ku bikevin Şengalê..

Digel çekdaran 2 namzetên parlamenê yên PDK’ê jî hebûn..

Rêveberiya Xweser a Şengalê der barê van hewlên PDK’ê de daxuyaniyek da çapemeniyê..

Hevserokê Meclisê Merwan Bedel daxuyanî da û got:

“PDK’ê 9’ê Cotmeha 2020’an, li dijî Rêveberiya Şengalê peymanek bêyî vîna Êzidyan digel hikûmeta Îraqê îmze kir.

Ji wê çaxê ve di nava hewldanan de ye ku derbasî Şengalê bibe.

Lê me Êzidiyan ev hewldanên wan têk birin.

Niha li Şengalê propogandaya hilbijartinê heye.

Rê li ber ti kesî nehatiye girtin ku propagandaya xwe bike.

Me duh, weke rêveberiya Şengalê, rê li ber şandeya PDK’ê girt.

Ji ber PDK’ê hewl dide derbasî Şengalê bibe û bi behaneya hilbijartin û propagandakirinê baregehên xwe lê veke.”

Merwan Bedel anî ziman ku mijara û nehatina şandeya PDK’ê ji berî 20 rojan ve di rojevê de ye..

Bedel da zanîn ku PDK’ê dixwest pêşmergeyên xwe yên foca 17’an vegerîne Şengalê..

Li gor Bedel, vegerandina foca 17’an beşekî peymana 9’ê Cotmehê ye ya li dijî Şengalê..

Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê Merwan Bedel got:

“Me PDK hişyar kiriye.

Em qet nepejirînin ku derbasî Şengalê bibe.

Divê her kes bizane ku Şengalê ne bê xwedî ye.. xwediyên wê hene.

Em ê Êzidxana xwe heya dawî biparêzin.”

Back to top button