Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku divê jin têkoşîna xwe li hemberî hemû êrişên dagirkerî, pergala baviksalarî û siyasetên qirkirinê yên li dijî jinan, xurt bikin.
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin.
Endama Desteya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Şehrezad El Casim derbarê rojê de axivî.
Şehrezad El-Casim anî ziman ku 8’ê Adarê roj roja serhildan û şoreşa jinan a ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe ye û got:
”Em jinên Ereb dersê ji wan jinên di oxira bidestxistina azadiya xwe de berdêlên giran dane, digirin.”
Welatiya bi navê Rîm El-Ebid a ji Dêrazorê jî got: ”Bi vê wesîleyê em Rêber Abdullah Ocalan ê xwediyê felsefeya jin û azadî silav dikin.”
Rîm anî ziman ku divê jin têkoşîna xwe li hemberî hemû êrişên dagirkerî, pergala baviksalarî û siyasetên qirkirinê yên li dijî jinan, xurt bikin.
Welatiya bi navê Şirîn Mihemed a ji navçeya Zirganê ya kantona Hesekê jî 8ʹê Adarê li tevahî jinan pîroz kir.
Jina bi navê Xewla Xelef a ji heman navçeyê diyar kir ku tevî êrişên li ser saziyên ku têde dixebitin jî lê wan dev ji xebat û karê xwe bernedan.
Xewla Xelef 8ʹê Adarê li jinên kedar ên Zirganê pîroz kir û destnîşan kir ku jinên Zirganê di berxwedan, fedakarî û mayîna li ser xaka xwe de bi israr in.