8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî

8’ê Adarê, li hevhatina rêngê jinê yên ji xemla biharê ye;
Her jinek li pey şopa çîroka xwe bi gerandina tevna rengan, dîwarên dorpêçayî yên tirsê radik.
Salane di vê rojê de li seranserî cîhanê jin çalakiyên cûr bi cûr lidar dixin.
Di vê rojê de ew jinên ku canê xwe ji bo bidestxisitina mafên jinan dan jî têne bi bîranîn.
Li hinek cihan jî ev roj bi şahiyan tê pîrozkirin, ji ber ku ev roj wekî cejna jinan pênase dikin.

Her sal li seranserî cîhanê 8’ê adarê weke roja jinan a cîhanî tê pêşwazîkirin.

Mebest ji vê rojê balkişandina li ser ked xwarî û bê mafiya sîstema desthilatdar a li cîhanê ye.

Çîroka vê rojê jî vedigera sala 1857’an.

Dîroka 8’ê Adarê

Çîrok jî ji fabrîqeya tekstîlê ya bajarê New Yorka Amerîkayê dest pê dike.

Ku di wê fabrîqeya de bi dehhezaran jin û mêr kar dikirin.

Lê ji ber kedxwariyê û seetên zêde yên kar ji jinan re jinan serî rakir.

Di 8’êAdara 1857′ 40 hezar karker ji bo heqdestê xwe bistînin di fabrîqeyê de dest bi greva giştî kirin.

Li ser vê yekê polîsan êrîşî karkeran kir û derî li ser jinên karker ên di fabrîqeyê de bûn girtin.

Di encama vê yekê de di fabrîqeyê de şewat derket û 129 jin bi şewatê jiyana xwe ji dest dan.

Di gel vê buyera xemgîn dîsa jî çalakiya jinan dighîje armanca xwe.

Li vir dengê jinan bilind bû.

Ked,kîn û hêrsa têkoşîna wan li Ewropa belav bû.

Li Elmanya, cara yekemîn di sala 1907an de kongreya navneteweyî ya jinên sosyalîst hate li darxistin.

Di kongreyê de biryar hat girtin ku saziya jinên enternasyonalîst were avakirin.

Li gora vê biryarê saziya jinên enternasyonalîst hate sazkirin û Clara Zetkîn ji bo serokatiya wê hat hilbijartin.

Di sala 1910an de cara duyemîn sazyiyên enternasyonalîst ya jinan li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hatin cem hev.

Clara Zetkîn pêşniyar dike ku roja ji aliyê jinan ve bi berxwedaneke bi rûmet pêkhatî weke Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê were qebulkirin.

Ev pêşniyar ji hêla nûnerên tevlî civînê buyîn ve tê pejirandin.

Roja jinên kedkar heta sala 1975an tenê ji aliyê jinên kedkar ve li gora cewherê wê dihat pîrozkirin.

Lê di 16 kanûna 1977an de NY 8ê Adarê weke Roja Jinên Cîhanê îlankir.

Ji wê rojê û şûnde ev roj bû sembola têkoşîn û mafê jinê.

Jinan jiyana herî xweşik diyarî mirovahiyê kir

Rêber Abdullan Ocalan ji bo vê rojê dibêje:

“Beriya her tiştî ez ne qayîl im ku tenê 8’ê Adarê bibe Roja Jinan a Cîhanê.

Şertekî jêneger ê jiyanê ye ku hemû roj bi jinan û bi jinên azad re bin.

Ev ji bo min qadeke xebatê ye ku her diçe lê hûr dibim.”

8’ê Adarê bi bedenan hatiye avakirin

Ev roj bi bedenan hat avakirin.

Jinan bi canê xwe ev roj diyarî hemû jinên cîhanê kirin û îro ev roj veguheriya roja berxwedan û têkoşînê.

Jina Kurd xwe kir artêş, partî û li tevahî cîhanê bûye çavkaniya têkoşînê

Jina ku li hemberî koletî, zilim û dagirkeriyê rû bi rû ma ji hêla zihniyeta zayendperestî ve têne hedefgirtin.

Ji tekoşîna jinên karker û ji Roza Loksumborg bigre ta Leyla Qasim.

Ji Sara, Fîdan, Leyla ta Evîn û ji Jîna Emînî ta Jiyan û Nagîhan.

Ji Wîdad, Hind û Seda ta Hediya, Çîçek û Zeyneb.

Jina kurd bi cihgirtina nava şoreşê de jiyanek nû di bin banê fikir û felsefeya rêber APO de li Kurdistanê neqişandin.

Jinên Kurdistanê xwe kirin artêş, partî û îro li tevahî cîhanê, têkoşîna wê ji bo hemû jinan bûye çavkaniya berxwedanê.

Jinan li hemberî DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker xwedî helwesteke hevbeş bûn

Îro ev berxwedan li hemberî hemû cûreyên zilm, kulîtî û dagirkeriyê dewam dike.

Back to top button