Ev demek bû amadekariyên vekirina radyoya Şehba FM dihat kirin.
Piştî test û amadekarî bi dawî bûn, îro li taxa Şêxmeqsûd a Helebê Radyoya “Şehba FM” bı awayeke fermî hat vekirin û dest bi weşanê kir.
Endamên meclis û partiyan di şahiya vekirinê de amade bûn.
Piştî rêzgirtinê, Endamê perwerdeya radyoyan, Hesen Omer axivî û radyo li hemû gel pîroz kir.
Hesen hêvî kir ku ev radyo bibe dengê hemû gel û pêkhateyên heleb û Şehbayê.
Hevseroka meclisa malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Mıhemed deriyê radyo vekir.
Yek ji Endamên Radyoya “Şehba FM” Ronahî Yûsêv ji me re axivî.
Ronahî anî ziman ku wê di weşanê xwe de gelek bername û stranên cuda pêkêş bikin.