NY: Ji despêka şerê li Ukrayna ve 9900 sivîl hatine kuştin

Di şerê li Ukraynayê de, jimara sivîlên ku heta niha hatine kuştin nêzî 10 hezarî bûye.
NY ragihand ku ji despêşa şer ve, heta niha 9 hezar û 900 sivîl hatine kuştin.
10 milyon jî ji cih û warê xwe bûne.
Her wiha pêwistiya bêtirî jî sedî 40 welatiyan bi alîkariyê heye.

Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî rewşa dawî ya li Ukraynayê hat gotûbêjkirin.

Nûnerên Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) û Rêveberê Yekîneya Koordînasyonê ya Cenevê Ramesh Rajasingham ji welatên endam re agahî parve kir.

Ramesh Rajasingham diyar kir ku li Ukraynayê pêwîstî bi alîkariyên mirovî ya pir zêde heye.

Rajasingham destnîşan kir ku li Ukraynayê bi qasî 18 mîlyon mirov hewcedarê alîkariyê ne ku ev dike ji sedî 40’ê civakê.

Rêveberê Yekîneya Koordînsyonê daxuyakirin ku li hundir û dervayê welêt 10 milyon kes ji cih û warên xwe bûne û li gor agahiyên dawî 9 hezar û 900 sivîl hatin kuştin.

Rajasingham hişyarî da ku dibe jimara rast ji vê yekê zêdetir be û wiha got:

“Her ku şer dewam kir, hawirdor ji bo rêxistinên alîkariyên mirovî pir xeternaktir bû.

Ji destpêka şer ve 14 xebatkarên alîkariyên mirovî hatin kuştin.”

Rajasingham diyar kir ku li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji destpêka şer ve 1300 êrîş li navendên tenduristiyê hatine kirin.

Di encama van êrişan de, 111 xebatkarên tenduristiyê û nexweş hatine kuştin.

Back to top button