Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo erebeyek kir hedef..
Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.
Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker doh li taxa Sînaa ya rojhilatê bajarê Qamişlo nêzî benzînxaneya Hisko erebeyek bombebaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û tê de ev agahî pavekirin:
“Di encama vê êrişê de 2 jê zarok 4 welatî şehîd bûn û du jî birîndar bûn.
Rewşa birîndaran giran e, rakirin nexweşxaneyan.
Her wiha ziyanên mezin ên madî gihiştin erebeyan û dikanên pîşesaziyê.”