Erdogan li dijî cezayên Emerîka gef xwar

Serokkomarê dewleta tirk Erdogan li hemberî biryara cezayê ku Senatoya Emerîka di dema dawiyê de li tirkiyê birrîbû gef xwar û got;
Em ê jî cezayan li Emerîka bibirin.

Serokkomarê tirk Erdogan piştî hevdîtinên xwe yên li Malezyayê, têkildarî polîtîkaya tirkiye û bûyerên dawî, ji rojnamevanan re axivî.

Erdogan ji ber biryara cezayan a Senetoya Emerîkî ji bo Tirkiyê dabû gef xwar û wiha got:

“Niha bê ku fedî bikin dibêjin, ew ê li dijî projeya TurkAkim cezayan ferz bikin.

Ev destavêtina heqê me ye.”

Erdogan diyar kir ku ew ê li dijî van cezayan, bêdeng nemînin û ew ê jî cezayan li Emerîkayê bibirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî serokomarê dewleta tirk Erdogan gefa girtina balefirgeha Incîrlîk û Kurecikê li Emerîka xwar, senatoya Emerîka jî dest bi ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê kir.

Piştî van cezayan jî di demeke kin de li hemberî dolarê Emerîkî nirxê lîreyê Tirkiye her roj kêmtir dibe.

Leave a Reply

Back to top button