Li dijî Îsraîl a êrişî kampa koçberan a Cibaliye kirî bertek

Artêşa Îsraîlê êrişî Kampa Koçberan a Cibaliye kir.
Piştî êrişê ji cîhanê bertekên tund derketin.
Bolivya ragihand ku têkliyên xwe yên dîplomasiyê bi Îsraîlê qut kir.

Li hemberî êrîşa Îsraîlê ya li dijî kampa penaberan a Cîbaliyeyê ji çar aliyên cîhanê bertek derdikevin.

Îran û Erebîstana Siûdî bertek nîşanî êrîşê dan.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Nasir Kenanî îdia kir ku Îsraîlê sûcê şer kiriye û bûyer weke “Êrîşeke hovane” binav kir.

Di êrişa li ser kampê de, 50 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdî da hat gotin,

“Êrîşa dijmirovahî ya ji aliyê hêzên dagirker ên Îsraîlê ve li kampa penaberan a Cîbaliyê hat kirin bi tundî şermezar dikîn.”

Ji welatên Amerîkaya Başûr piştevaniya bo Xeza

Ji aliyê din ve welatê Amerîkaya Başûr Bolîvya bertekek tundtir li hember êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê nîşan da.

Bolîvya ragihand ku biryar daye, pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re qut bike.

Di daxuyaniya Wezareta Karê Derva ya Bolîvyayê da hat destnîşankirin ku Îsraîlê bi êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezayê “sûcê mirovahiyê kiriye”.

Welatê berê di sala 2009’an de wek bersivdayîna êrîşên li ser Şerîda Xezayê di serdema seroka çepgir Eva Morales de têkiliyên dîplomatîk bi Îsraîlê re qut kiribû.

2020’an di serdema seroka berê ya demkî Jeanine Anez de têkilî ji nûve hatibûn sazkirin.

Hat diyarkirin ku cîrana Bolîvyayê, Şîlî û welatekî din ê Amerîkaya Başûr Kolombiyayê jî balyozên xwe yên li Îsraîlê bişêwirin.

Kolombiya: Îsraîl êrişa ranewestîne em ê li wir nemênin

Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro di daxuyaniya xwe ya li ser tevna dijîtal a X’ê de, got:

Min biryara şêwira li gel balyozê me daye.

Eger Îsraîl êrişên xwe yên pêkanîna komkujiyan li ser gelê Filistînê bidawî neke, em ê li wir nemînin.”

Di şerê Îsraîl-Hemasê de qonaxa 3. dest pê kir

Back to top button