Pakistan, penaberê Efxanî bi zorê ji welat derdixe

Hikumeta Pakirstanê hewil dide hemû penaberên derqanûnî yên Efxan ji welêt derxe.
Îro dema ji bo koçberan hatibû destnîşandkirin bidawî bû.
Bi hezaran kes li ber sînorê deriyên derbasbûnê yên navbera Pakistan-Efxanistanê de kom bûn.
Ji ber zextê, Efxan neçarî vegera li himbêza Talîbanê tên kirin.

Pakistan hewil dide milyonek penaberên Efxanî dersînor bike.

Pakirstanê heta îro 1’ê Mijdarê dem dabû welatiyên Efxan ku ji welêt derkevin.

Dema ku hatibû diyar kirin îro bi dawî bû.

Lê ji ber metirsiya ji Talîbanê welatiyên Efxan naxwazin vegerin welatê xwe.

Ji ber vê yekê tevî hişyariya Pakirstanê jî hêjmareke zêde ji penaberan hêj bi awayekî veşartî li welêt bi cih bûne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, nêzî 1,3 mîlyon Efxanî li Pakistanê wekî penaber hatine qeyd kirin.

Ji wan 880 hezar kes jî xwedî statuya qanûnî ya mayîna li welêt in.

Ji ber vê yekê kesên ku nexwedî statuya qanûnî ne, mecbûr dimînin ku ji welêt derkevin.

Rêxistinên navneteweyî bang li Pakistanê kirin ku penaberan dersînor neke.

Ji ber zêdebûna êrişên li ser sînorê wê yê bi Efxanîstanê re, pakistanê ragihand ku divê hemû penaber welat biterikînin.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji 15’ê Cotmehê ve nêzî 60 hezar penaberên Efxanî bi neçarî ji Pakirstanê derketine.

Penaberên Efxan bi metirsiya Talibanê re rûbirû ne

Lê penaberên ku careke din vedigerin Efxanistanê, ji ber metirsiya Talîbanê di nava fikaran de ne.

Ji ber ku Talîbanê di mijara binpêkirinên mafê jinan de bi îsrare û jinên Efxan rastî zilmên mezin tê.

Bi hatina Talîbanê re li Efxanîstanê keç nikarin biçin dibistan, park, werzîşxane û cihên din ên giştî.

Di destpêka vê salê de jî Talîbanê bi hinceta “Stran exlaqê civakê xira dike” hemû amûrên muzîkê şewitandin.

Ji ber vê yekê penaberên heyî naxwazin vegerin welêt.

Pakistan di dersînor kirina penaberan de bi îsrare

Lê Pakistan di mijara dersînorkirina wan de bi îsrare.

Pakistan di van salên dawî de rastî krîzeke aborî ya mezin tê.

Her wiha pereyê Pakistanê jî ji sala 1998’an ve di asta herî jêr de qîmeta xwe winda kir.

Lewma Pakistan hewil dide bi hin gavan rewşa aboriya welêt baş bike.

Yek ji wan gavan jî dersînorkirina penaberane.

Bêtirî 100 hezar Efxanên li Pakistanê vegeriyan malên xwe

Back to top button