Welatên YE butçeya bêtirî 2 trîlyon euroyî têrker nabînin

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê butçeya 2021-2027’an a ji aliyê 27 welatên endam ve hatiye qebûlkirin, têrker nabîne.
Lewma komîsyonê daxwaza kir ku divê 100 mîlyar euro zêde were dayîn.
Lê piraniya welatên endam vê daxwazê ​​napejirînin.

Bûdcye di mijara nîqaşê de wê dawiya meha Kanûnê zelal bibe.

Yekîtiya Ewropî hewil dide bi diyar kirina bûdceyekî ji bo 7 salan pêşî li aloziya koçberiyê bigire.

Lê piraniya caran ji ber nehemfikriya welatên endam danustandinên heyî bi nakokiyan bi dawî dibe.

Piştî danustandinên bi aloz yên pênc rojî, serokên welatan budceya 1.074 trîlyon euro pejirandin.

Her wiha serokan plansaziyek awarte ya 750 mîlyar euro ya ji bo pandemiya Covid-19’e jî pejirandin.

Li gorî planên heyî wê ev pere ji bo alîkariya welatên endam were dayîn.

Bi êrişa Rûsya ya li ser Ukraynayê re, di nava bloka yekîtiyê de bandoreke neyînî li nirxê enerjî û pêdiviyên jiyanî kir.

Her çiqasî Bruksel ji bo butçeyek 2,018 trîlyon euro diyar kiribe jî lê di warê aborî de diyar kiribe jî tê gotin,

Evê bi qasî tê xwestin bandorker nebe.

Back to top button