Wezîrê Parastina Tayvanê, ragihand ku doh şevê heya saetên sibehê li derdora Grava Tayvanê girêdayî Çînê 43 wesayîtên hewayî ya leşkerî û 7 keştiyên şer hatiye tespîtkirin.
Wezîrê Parastinê li ser hesabê xwe yê X’ê diyar kir ku ji nav 43 wesayîtên hewayî 37’ê ya Çînê xeta behrê û hewayî derbas kiriye.
Wezaretê destnîşan kir qadê ku Tayvan weke “Herema Parastina Hewayî” (ADIZ) îlan kiriye, firiyane.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ‘bi balafirên şer, keştiyên dewriyê û pergalên fuzeyê’ balafir û keştiyan tê şopandin.
Artêşa Çînê, piştî serdana Serokê Meclisê ya Nûnertiya DYA Nancy Pelosî ku Tebaxa 2022’yan li Tayvanê kiribû bi awayek sazûmanî dewriyeyên xwe yên leşkerî û firîna xwe domandibû.
Tevgera hejmarek zêde wesayîtên leşkerî her dawî di 27’ê Cotmehê de derdora Gravê dema 35 wesayîtên hewayî û 15 keştî tespît kiribûn hatibû dîtin.
Çinê Grava Tayvanê weke perçek ji axa xwe û Tengava Tayvanê jî paravên xwe dibîne.
Tayvan, ji damezrandina Komara Gel a Çînê ya 1949’an wir ve serbixwe ye.