Tirbespiyê-Şehîdekî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” hat oxirkirin

Îro merasîmên oxirkirina cenazeyên şehîdên operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hebûn.
Li Tirbespiyê şehîdek û li Tebqayê 2 şehîd hatin veşartin û soza tohildanê hat dayîn.

Endamê Hêzên Asayişê Şûca El Hezai 1’ê Îlonê di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûbû.

Şêniyê navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Dilşêr veşart.

Piştî rêzgirtinê, kesên axivîn sersaxî xwestin û bal kişandin ser rola şehîd ya di operasyonê de û gotin:

“Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdêlan didin. Xwîna pêkhateyan di rêya parastina herêmê de tevlîhev bûye, ev nîşaneya hevgirtinê ye.

Kesên axivîn diyar kirin ku ew amade ne ji bo parastina herêmên xwe de komployên derve têk bibin.

Her weha ewê têkoşînê berdewam bikin heta ku ewlehî û aştî li herêmê werin mîsogerkirin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê radestî malbatê hat kirin û cenazeyê şehîd bi drûşmeyan hat oxirkirin.

Tebqa-Di merasima oxirkirina 2 şehîdên operasyon de soza tolhildanê

Her weha bi sedan şêniyên Tebqayê jî bi merasîmekê cenazeyên şehîd Mihemed Silêman û Enes El-Rehal li Goristana Şehîdên Tebqayê oxir kirin.

Şehîd Mihemed û Enes di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de li Dêrazorê şehîd bûbûn.

Li vir jî, di Merasîmê de kesên axivîn soza domandina xeta şehîdan dan û ev tişt anîn ziman:

“Aliyên dijber hewl didin bi şerê taybet fitneyê derxin û şerekî navxweyî di navbera gelên herêmê de biafirînin.

Ev alî wê nikarin bigihînin armancên xwe.

Em ê tolê ji dijminên welat û her kesê hewl bide ewlehiyê têk bibe hilînin.

Bal hat kişandin li ser operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” jî û hat gotin:

Armanc ji vê operasyonê têkbirina şaneyên DAIŞ û bazirganên hişbirê ye, her wiha rêgirtina li ber êrişên muhtemel û girtina kesên ku dijî qanûnan derdikevin e.

Piştî axaftinan wesîqeyên her 2 şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û cenaze li Goristana Şehîdên Tebqayê hatin veşartin.

Back to top button