Cemîl Bayik: Gêrîla bi têkoşîna xwe, polîtîkayên qirkirinê vala derdixînin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir “dewleta Tirk, bi êrîşên li ser goristanan, dixwaze hafize, zanabûn, rih û nirxê gelê Kurd ji holê rake, lê wê Gerîla her li dijî van siyasetên qirker têbikoşin. Ji bo siyaseta PDK’ê ya li ser Wargeha Mexmûrê jî, Bayik teqez kir ku ev kirin wê ne xizmetê ji PDK, ne jî ji Kurdan re bikin”.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hin mijarên vê dawiyê xwe dane pêş, nirxand.

Bayik, di serî de bal kişand ser berxwedana Gêrîlayan û têkoşîna wan li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, ku “îro roj, Gerîla nahêlin ev şer encamê bigire û qirkirina li ser Kurdan temam bibe”.

Cemîl Bayik: Bi êrîşên li ser goristanan, dixwazin nirx û rihê gelê Kurd ji holê rakin

Ji mijarên sereke jî, êrîşên dagirkeriyê li ser nirxên Kurdan, ango gorên şehîdan..

Cemîl Bayik dibêje:

“Dewleta Tirk dixwaze bi êrîşên li ser goristanan, koka Kurdan biqelîne.

Çawa gora Seyîd Riza, Şêx Seîd wenda kirin, niha jî bi hema hişmendiyê, dixwazin hafiza civakê ji holê rakin.

Ji ber goristan, hafize, zanabûn, rih û nirxê gelê Kurd e.

Yên Kurd ji mirinê rakir ser pêyan jî, şehîd in.”

Bayik li dijî êrîşên dewleta Tirk, bang li gelê Kurd kir ku “li şehîdên xwe xwedî derkevin, weke wê dayîka ku ji bo dewleta Tirk kêlên gora kurê wê xira neke, nobetê digire”.

Cemîl Bayik: Dorpêça PDK’ê ya li ser Mexmûrê, şermeke mezin e

Der barê siyaseta PDK’ê ya li ser Wargeha Mexmûrê jî, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik anî ziman ku “ti Kurdek wateyê nade dorpêça li ser Mexmûrê, ji ber Mexmûr Kurd e, ji bo Kurdan xizmet kiriye û dike”.

Bayik diyarkir ku ev yek ti carê nakeve xizmeta PDK û Kurdan.. ji ber siyaseta ku PDK li dijî Mexmûrê dimeşîne, şermeke mezin e.

Back to top button