Konseya Ewlekariyê, agirbesteke giştî lêkolîn dike

Bi belavbûna zêde ya vîrûsa coronayê re, Almanya û Estoniya, ji bo rawestandina şer li seranserî cîhanê, biryarnameyekê pêşkêşî Konseya Ewlekariya Navdewletî dikin. 

Estoniya –ku niha serokatiya Konseyê dike– duh ev biryarname di kongreyekê de ku bi rêya vîdyoyê hatibû lidarxistin, pêşinyar kir.

Armanca vê projeyê jî, pêkanîna agirbesteke giştî li her devera cîhanê ye, da ku fersenda dewletan hebe tedbîrên pêwîst li dijî coronayê bigirin.

Beriya niha projeyek ji aliyê Tûnis û Fransa hatibû pêşkêşkirin, lê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû astengkirin.

Back to top button