Çeteyan, 4 sivîlên din ji gundê Dêr Belût revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, 4 sivîlên din ji gundê Dêr Belût ê Cindirêsê revandin.

Malpera Afrîn Post, ragihand ku çeteyên ‘Feyleq El-Şam’

Mihemed Ibrahîm Celal

Ebdil Rehman Xelîl Hebeş

Etîl Mihemed Îdo

û Mihemed Hesen Îbrahîm ji gundê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê revandin.

Li gorî heman malperê, hinek ji van kesan beriya niha hatibûn revandin, lê piştî fidiye dan, hatibûn berdan.

Her wiha çeteyan hewl dan ciwanê bi navê Ebdil Kerîm Îsa jî birevînin, lê wî karîbû xwe ji wan rizgar bike û bireve.

Back to top button