Wezîrê Derve yê Yûnanistanê: Divê Tirkiye ji Lîbyayê derkeve

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê, Nikos Dandias di serdana xwe ya ji bo Lîbyayê de ragihand ku tekane çareseriya ji bo aloziya Lîbyayê derketina dewleta tirk ji welate.

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê, Nikos Dandias, îro serdana Lîbyayê kir û li Bengaziyê bi serokê parlamana Lîbî Eqîle Salih re civiya.

Nikos Dandias got,

Hê jî derfetek heya ku Lîbya ji aloziya xwe rizgar bibe.

Ew jî tenê bi derketina hemû hêzên biyanî di serî de Tirkiyê ji Lîbyayê ye.

Dandias tifaqa navbera dewleta Tirk û hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî ya li ser destnîşankirina sînorên deryayî red kir û diyar kir ku ev yek hemû qanûnên navdewletî binpê dike.

Fransayê biryar da ku ji operasyona “Sea guardian” a NATO’yê vekişe

Li aliyeke din, Wezareta Artşên Fransayê ragihand ku Fransayê biryar da ku bi awayekî demkî ji operasyona “Sea Guardian” a NATO’yê ya di deryara Spî de vekişe.

Li gorî wezaretê ev ji encama nakokiyên di navbera Fransa û Tirkiyê yên derbarê Lîbyayê de ne.

Back to top button