Şêniyên gundên Beravê yên Dêrikê, Dirbêsiyê, Minbicê û Meclisa Giştî ya Reqayê agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin..
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hilgirtina alên ciwanan û meşalayên Newrozê li pêşiya navenda xwe dest bi meşê kirin.
Di meşê de diruşmeyên silavkirina Newrozê û silavkirina berxwedana rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hatin qêrîn.
Meş li qada Şehîdan rawestiya û li ber stranên şoreşgerî xelekên govendê hatin gerandin.
Şêniyên gundên beravê yên Dêrikê agirê Newrozê dada
Bi dehan şêniyên gundên Beravê tevî baranê jî li qada goristana Şehîd Xebat agirê Newrozê dadan û li dora agir govend gerandin.
Şêniyên Minbicê bi coş Newroz pîroz kir
Bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê jî bi hemû pêkhateyên xwe şahiya Newrozê li gundê Toq Xelîl ê başûrê rojavayê bajar li dar xist.
Agir hat pêxistin û hat gotin: “Newroz cejna têkoşîn, berxwedan û serkeftinê ye, ruxmî mercên zehmet û gefan em vê rojê pîroz dikin. Em ê têkoşînê dewam bikin heta ku bighêjin jiyaneke azad û bi rûmet.”
Li Reqayê dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin û agirê Newrozê hate dadan
Endmaên Meclisa Giştî ya Reqayê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li qada Mûçemai ya berê ya bajar kom bûn, dagirkeriya Tirk a li Efrînê şermezar kirin û agirê Newrozê dadan.
Piştî xwendina daxuyaniyê malbatên şehîdan meşaleya Newrozê pêxistin.