Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî a Mexmûrê Cejna Newrozê bi pîrozbahiyek bi heybet hate pîrozkirin.
Li Silêmaniyê bi belavkirina belavok hatin belavkirin û xelk ji bo Newroza Qendîlê hatin vexwandin. oldarên Başûr jî bang li herkesî kirin da ku di Newrozê de bibin yek.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî Cejna Newrozê bi tevlîbûna bihezaran welatî û xwendekaran hate pîrozkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk Yusiv Kara axivî.
Yusiv Kara di destpêka axaftina xwe de 50. Newroza Rêber Ocalan, li Rêber Ocalan, gerîla û tevahî gelê Kurd pîroz kir û got:
“Pêwîste Newroza 50. êdî bibe Newroza azadî, serxwebûn û serfiraziyê.
Piştî axaftinê Kara li ber axaftinên Rêbertî re meşale hat pêxistin.
Piştre komên şano û skêç hatin pêşkêşkirin herî dawî hunermend derketin ser dikê û gel bi coşek mezin dîlan gerandin…
Tevgera Azadî welatiyên Silêmaniyê vexwendin Newroza Qendîlê
Tevgera Azadî li Silêmaniyê bi belavkirina vexwendnameyan li kolan û li ser riyan, welatî vexwendin pîrozbahiya Newroza Qendîlê.
Wê pîrozbahiya Binarê Qendîlê di 21’ê Adarê di saet 11.30’an de bi dirûşmeya, ‘Dem dema Azadiyê ye’ were pîrozkirin.
Melayên Soran: Bila Newroz ji bo Kurdan bibe wesîleya yekîtiyê
Bi vê boneyê Oldarên Îdareya Soran jî peyama yekîtiyê dan.
Mela Mehmud Mihemed got:
“Newroz roja li dijî zilm û zordariya li ser gelê Kurd e. Piştî Newrozê meha remezanê tê, ji bo vê bang li hemû kesên tevlîheviyê di nava Kurdan de çêdikin, tobe bikin û yekîtiya netewî biparêzin.” Senger Ebdulqadir jî got: “Dema berê de, ku Newroz dihat, tirs diket nava hêzên sitemkar û dagirkeran. Divê gelê Kurd bi taybet aliyên siyasî, li dijî dagirkeran, bibin yek.”