Ji bo DAIŞ û êrîşên Tirkiyê, Wezîra artêşa Fransayê li Iraqê ye

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê û êrîşên dewleta Tirk serdana Iraqê kir.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li Bexdayê bi Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly re civîya.

Di civînê de behsa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate kirin.

Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin, “Florence Parly gotiye ku divê ew bi biryardarî li dijî DAIŞ’ê têbikoşin, ku hê gefeke cidî ye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Berhem Salih derbarê parastina serwerî û rêgirtina destwerdana dewleta Tirk a li ser Iraqê, ji Wezîra Fransayê alîkarî xwestiye.

Hate gotin ku Berhem Salih ji wezîra Fransî xwestiye ku binpêkirinên leşkerî yên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê rawestînin.

Ji aliyê din ve, Wezîrê Karên Derve yê Siudiyê jî serdana Bexdayê kir û tê payîn ku wê rayedarên Iraqê re bicive.

Back to top button