Zanîngeha Kobanê wê sala nû li gorî mercên xwe dest pê bike

Zanîngeha Kobanê sala xwendinê ya 2019-2020’an bi dawî kir û wê dema sala xwendinê ya 2020-2021’an li gorî mercan were diyarkirin.

Îsal him ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker him jî ji vîrûsa Coronayê, vekirina zanîngehê dereng ma..

Hevserokê Fakulteya Wêjeyê Egîd Nasiro diyar kir ku “wan sîstema online bi kar anî û xwendekar bi rêya wê fêrî rêbazên teknolojiya nû bûn û tevî hemû astengiyan jî perwerdeya xwe dewam kirin.

Ezmûnên xwendekaran di 25ê Tebaxê de bi dawî bûn û aniha xwendekar li benda mufadeleya sala xwendinê ya nû ne, ku tê payîn di çend rojên bê de derkeve.

Rêveberiya zanîngehê jî piştrast kir ku sala nû ya xwendinê wê di 1ê Cotmeha 2020’an de dest pê bike, lê belê wê li gorî hinek şert û mercan were diyarkirin.

Back to top button